Rojava | Di êrîsa drona Tirk de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn

04 August 2022 17:04 0 dîtin
Rojava | Di êrîsa drona Tirk de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku droneke artêşa Tirkiyê li navçeya Til Rifet a Rojavayê Kurdistanê êrîşeke xwekujî (kamîkaze) pêk aniye û 9 welatî birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyên herêmê balafira xwekuj a Tirk di nav xelkê sivîl de hatiye teqandin û 3 ji wan zarok 9 kes birîndar bûne.

Hat ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran giran e û rakirina nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya bajaroka Şehba ya Efrînê.