Rojava | Di êrîsa drona Tirk a Qamislo de 2 jê zarok 4 kes hatine kustin
PeyamaKurd - Doh 6ê Tebaxê droneke Tirkiyê otomobîlek li taxa Pîşesazî ya Qamişlo kiribû armanc ku hejmarek kes di wê êrîşê de hatibûn kuştin û birîndarkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê li ser wê êrîşê da eşkere kir ku di encamê de 4 kes hatin kuştin, di nava wan de 2 zarok hene û 2 kesên din jî birîndar bûne ku rewşa wan giran e.
Herwiha hatiye diyarkirin, di encama êrîşê de ziyanên madî yên mezin gihîştin otomobîl û dikanên li taxa Pîşesazî ya Qamişloyê.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser da xuyakirin ku lêkolînên wan ji bo naskirina nasnameya kuştiyan berdewam in û got: “Ev êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ên li ser sivîlan tên kirin, ji encama bêdengiya navdewletî li hemberî van binpêkirinên ku ewlehî û aramiya herêmên me dike armanc e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin