Kobanî | Di êrîsa drona Tirk de 3 endamên Asayîsa Rojava can dan
PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di êrîşa asmanî ya Tirkiyê li dijî Kobanê de 3 endamên wan can dane.
Asayîşa Rojava bi daxuyaniyekê ragihand, “Polîtîkayên dijminane yên li dijî ewlehî û îstiqrara herêmên me û silametiya gelê me, dewam dikin. Di êrîşeke nemerdane ya dewleta Tirk de ku bi rêya balafireke bêmirov a biçek kiribû, 3 endamên me şehîd bûn. Em xatirê xwe ji lehengên xwe dixwazin. Em soz didin wan û gelê xwe ku em ê têkoşînê wan bidomînin ta armancên wan ên azadiyê pêk bînin.”
Di daxuyaniyê de, sersaxî ji malbat û kesûkarên candayîyan re hate xwestin û bang li gel hate kirin, li hember van êrîşan yek bin û piştgiriya xwe ya bi hêzên ewlehî û leşkerî re bidomînin.
Navên endamên asayîşê yên di êrîşê de can dane: Mihemed Emîn Hemo, Hesen Naasan, Suheyl Bakkî

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin