Di êrîsa drona Tirk a li Singalê de 3 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 8ê Tîrmehê piştî nîvro droneke Tirkiyê li Şingalê otomobîlek bombe kir ku 3 kes tê de hebûn.
Li gorî zanyariyan, li nêzîkî xaleke kontrolê ya di navbera Şingal û Tel Qesabê de otomobîlek ji aliyê balafireke bêmirov a Tirkiyê ve hate armanckirin û 2 kesên ku ji otomobîlê de bûn birîndar bûn.
Fermandarê Asayişa Êzdixanê yê Şingalê Heyder Şeşo ji Rûdawê re gotiye: “Ew otomobîla YBŞyê ya ser bi PKKê bû û du zilam û jinek tê de bûn.”
Şeşo daye zanîn ku her du kes birîndar bûne ew rakirine nexweşxaneyeke Mûsilê û "Jina ku ne ji herêmê ye bi saxî xilas bû."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin