Li sînorê Kobanî zarokek bi guleyên cendermeyên Tirk hate kustin

18 August 2024 08:53 0 dîtin
Li sînorê Kobanî zarokek bi guleyên cendermeyên Tirk hate kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku zarokê 14 salî yê bi navê Mihemed Meslim, bi guleya cendermeyên Tirkiyê hate kuştin.

Li gorî SOHRê zaroka 14 salî bi navê Mihemed Mislim di navbera gundên Kîkan û Şeranê yên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, li nêzî sînor bi guleyên cendermeyên Tirkiyê hate kuştin.

Li gorî SOHRê, zarokê kuştî ji xelkê Serê Kaniyê ye û beriya çend salan bi malbata xwe re koçberî Kobanê bûbû.

Hatiye ragihandin ku ji destpêka sala 2024an ve 13 welatiyên sivîl li hundirê Sûriyê bi guleyên cendirmeyan hatine kuştin û 28 welatiyên din jî birîndar bûne.