Li ser sînorên Serê Kaniyê û Idlibê 5 kes bi guleyên leskeran birîndar bûn

10 October 2023 17:54 0 dîtin
Li ser sînorên Serê Kaniyê û Idlibê 5 kes bi guleyên leskeran birîndar bûn

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku nêzîkî bajarokê Mebrûkeyê yê dikeve rojavayê navçeya Serê Kaniyê û bajarê Siqînê yê rojavayê Idlibê, 5 kesên dixwestin sînor derbas bikin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin birîndar kirn.

Li gorî çavkaniyên herêmê, hejmarek kesan dixwest bi qaçaxî derbasî aliyê din ê sînor bibin ji aliyê cendermeyên Tirkiyeyê ve hatin gulebaran kirin.

Di encama gulebaranê de 2 kes birîndar bûn, 8 kes jî hatin girtin. Dîsa li bajarokê Silqînê yê li rojavayê Îdlibê jî hinek kesên ku dixwestin sînor derbas bikin hatin gulebarankirin ku li wir jî 3 kes birîndar bûn û 16 kes hatin girtin.

Herwiha hate diyarkirin ku Tirkiyeyê di nav rojekê de 650 koçber jî dersînor kirin ku ji destpêka ve mehê ve 3 hezar û 800 koçberên Sûriyeyî hatine dersînor kirin.