HSD û hikûmeta Samê rewsa Girê Spî û Serêkaniyê gotûbêj dikin

13 December 2024 17:57 0 dîtin
HSD û hikûmeta Samê rewsa Girê Spî û Serêkaniyê gotûbêj dikin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) piştî lihevkirina li ser taxên Kurdan ên Helebê û deshilata Dêrazorê niha jî rewşa bajarê Serêkaniyê bi hikûmeta veguhêz a Şamê re gotûbêj dike.

Li gorî çavkaniyên ji Sûriyê, HSD û Hikûmeta Veguhêz a Şamê li ser birêvebirina Heleb û Dêrezorê li hev kirine û niha gotûbêj li ser Girê Spî û Serêkaniyê têne kirin ku ji sala 2019an ve di bin destê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de ne.

Hatiye diyarkirin ku wê li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên bajarê Helebê Yekîneyên Parastina Gel YPGê bimîne.

Li ser rewşa Dêrezorê jî hatiye ragihandin ku çemê Firatê dê weke sînorê navbera wan bimîne ku beriya çend rojan hêzên HSDê ji Rojavayê wê hêzên xwe vekişandibû.

Herwiha hatiye diyarkirin ku niha gotûbêj di nava herdu aliyan de heye li ser Girê Spî û Serêkaniyê ku ji sala 2019an ve di bin kontrola komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ne.

Doh 12ê Kanûnê jî bi navbeynkariya Amerîkayê, Hêzên Sûriya Demokratîk û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li Minbicê agirbest ragihandibûn û îro agirbestê dest pê kiribû.