Hesen Koçer: Sedema neçareserkirina pirsgirêka aloziya Sûrî, mejiyên hisk ê hikûmeta Samê ye

16 November 2021 10:59 0 dîtin
Hesen Koçer: Sedema neçareserkirina pirsgirêka aloziya Sûrî, mejiyên hisk ê hikûmeta Samê ye

PeyamaKurd – Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer diyar kir, heta niha tu lihevkirin di navbera wan û Hikûmeta Şamê de çênebûye û ew amade ne ji bo çareseriyê û li hember gef û êrîşên dewleta Tirk, banga hevgirtinê li gel kir.

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer, di bernameyek taybet a Radyoya Rojava de rewşa dawî ya li herêmê nirxand.

Hesen Koçer qala aloziya di hundirê Sûrî de kir û da zanîn, sedema neçareserkirina pirsgirêka aloziya Sûrî mejiyên hişk ê hikûmeta Şamê ye.

Herwiha Hesen Koçer diyalogên Sûrî-Sûrî weke tekane çareseriya aloziya li Sûrî bi nav kir û careke din piştrast kir ku ew amade ne bi hikûmetê re danûstandinan bikin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber di berdewamiyê de balkişand ser idîayên lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê û da zanîn ku ti lihevkirin çênebûye.

Hesen Koçer hedefgirtina du erebeyan li Kobanê ji aliyê dewleta Tirk ve bi bîr xist û diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya hedefgirtina wan xwest tola DAIŞê hilîne.

Di dawiyê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk banga hevgirtinê li gelê herêmê kir.