Xosnaw: Ti pirsgirêka ku bibe sedema têkçûna proseya dengdanê derneketiye
PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, li ser dengdana Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê axivî û got: “Destxweşiyê li Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê û ofîsa Hewlêrê dikim. Hêvîdar im demjimêrên mayî yên proseya dengdanê jî, bi awayekî aram û bê pirsgirêk birêve biçe, heta ku gelê Kurdistanê sûdê jê werbigire.”
Xoşnaw diyar kir: “Proseya dengdanê girêdayî rewatiya saziyên hikûmetê ye, hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû îmkanên xwe terxan kirine ji bo ku prose bi awayekî aram û rast û bê pirsgirêk birêve biçe.”
Xoşnaw da zanîn: “Karmendên komîsyonê pirsgirêkên alavan çareser kirine, tenê yên ku pencemora tiliyên wan nehatine nexwendin, rêjeyek hatiye diyarkirin, li gorî wê rêjeyê, ew kes dikarin deng bidin.”
Xoşnaw got, “Heta niha ti pirsgirêkek ku bibe sedema têkçûna proseyê yan jî paşxistina proseyê derneketiye. Prose pir baş derbas dibe.”
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê 1266 navendên dengdanê vekirine.
Li gorî Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, 16 konsulxane, 15 rêxistin û 22 dezgehên ragihandinê yên navdewletî, 9610 rêxistin û çavdêrên navxweyî û 43 hezar 139 nûnerên partiyên siyasî, dê çavdêriya proseya dengdana giştî ya Parlamentoya Kurdistanê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin