Lukasenko: “Eger NATO bikeve axa Ûkraynayê dê bibe sedema serê cîhanê yê 3em”

20 August 2024 21:05 0 dîtin
Lukasenko: “Eger NATO bikeve axa Ûkraynayê dê bibe sedema serê cîhanê yê 3em”

PeyamaKurd – Serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko got; eger yekîneyên NATOyê bikevin Ûkraynayê, wê şerê cîhanê yê 3em destpêbike. Lukaşenko di televizyona dewletê ya Rûsya ya bi navê 'Rossiya' de hevpeyvîn kir û babetên di rojevê de hene şirove kir. Lukaşenko got:

“Eger yekîneyên NATOyê bikevin Ûkraynayê, wê şerê cîhanê yê 3em destpêbike. Di rewşekî weha de, wê çekên taktik û stratejik yên nuklerî bikarbînin û yekser wê bertekên di asta bilind de nîşan bidin.”

Lukaşenko, berê jî çend caran ragihandibû ku dronên Ûkraynayê seha hewayê ya Belarûsê îhlal kirine, li hemberê tehdîdên ku ji Ûkraynayê herin ser wan tedbîrên xwe sitendine û li ser sînorê navbera xwe û Ûkraynayê mayîn û leşkeran bicîh kirine.

Lukaşenko got ku naxwazin rewş nexweştir bibe, bi NATO re şer naxwazin lê eger ti çare nemîne, wê bikevin şer û xetên dor namînin. Lukaşenko ragihand ku yek xetekî wan heye ku ew jî sînorê dewletêye û dema ling bavêjin ser sînor, wê bersiva wan bidin.

Lukaşenko, balê kişand ser 6ê Tebaxê ku artêşa Ûkrayna ket nav axa Rûsyayê devera Kurskê û weha dewam kir:

“Ûkrayna rewşê dixe xeterê. Eger weha dewam bike, ev rewş dikare bike ku Ûkrayna ji holê rabe. Divê Ûkrayna dest bi muzakereyên aştiyê bike û mirov dikare peymana li Îstenbolê ya di Adara 2022an de wekî mînak qebûl bike. Di sehayê de rewş guheriye lê mirov dikare ji wê derê destpêbike. Divê li ser masa muzakereyan rûnên û pirsgirêkê çareser bikin. Derfetekî weha heye.”

Li ser gotinên Rûsyayê ku dibêjin rejîma Ûkrayna ya Naziyaye, Lukaşenko weha dewam kir:

“Hun (Rûs) carna behsa Naziyan dikin. Li Ûkrayna Nazî neman. Ûkrayna ji Naziyan hat paqijkirin. Li wê derê çend Nazî mane û kes guh nade wan. Îro, zêdetirê %70yê xelkê Ûkraynayê ji Zelenski nefret dike. Sozên ku da bicîn neanî û ji ber wê jî, mirov dimrin.”

Lukaşenko li ser mijara Ermenistanê ku xwe nêzê Rojavahiyan dike, weha rave kir:

“Ji bilî me pêdiviya kî bi Ermeniyan heye? Pêdiviya kesî bi wan tine. Divê Ermenî aboriya xwe pêş bixin û guhên xwe bidin destkeftiyên xwe. Kîjan Fransa, kîja Macron? Wê sibê Macron ne li ser text be û herkes Eremenistanê ji bîr bike.”