Îtalya: “Eger lesker bisînin Ûkraynayê pêwiste di bin sîwana Neteweyên Yekgirtî de be”
PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Îtalyayê û hem wezîrê karên derve yê Îtalyayê Antonio Tajani got ku eger wekî perçeyekî misyona parastina Neteweyên Yekgirtî yê deverên tampon leşker bişînin deveran, wê Îtalya li serê bifikire.
Tajani, di baskê jêr yê parelementoyê yê di Meclisa Nûneran de axifî û behsa şandina leşker ya Ûkraynayê û ya deverên tampon kir. Tajani ragihand ku Ewrûpa an NATO leşker bişîne Ûkraynayê, wê fêde wê nebe û weha dewam kir:
“Eger deverekî tampon çêbikin, divê di bin sîwana Netweyên Yekgirtî de leşker bên şandin. Di vê rewşê de wê hêza navborî girêdayê Neteweyên Yekgirtî be û bê teref be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin