Rojava | Di êrîsa Tirkiyê de ji heman malbatê 3 Kurd hatin kustin

26 February 2020 14:49 0 dîtin
Rojava | Di êrîsa Tirkiyê de ji heman malbatê 3 Kurd hatin kustin

PeyamaKurd - Topxaneya Artêşa Tirkiyê, Şeva borî gundê Aqîbê li devera Şêrawa ya Efrînê topbaran kir û di encamê de 3 kes ji malbatekê hatin kuştin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, welatiyekî bi navê Ebdulhemîd Ebdulhemîd ji navçeya Şehbayê ragihand, şeva sêşemê 25ê Sibatê di navbera demjimêr 21:30 û 22:00ê şevê de, topxaneya artêşa Tirkiyê bi tundî çend gundên navçeya Şêrawa di nav de jî gundê Aqîbê topbaran kirin.

Di  encamê de, li gundê Aqîbê mala welatiyê Kurd ê bi navê Hesen Hec Izet bi temamî hatiye rûxandin û Hesen Hec Izet bi xwe, hevjîna wî û keça wî bûne qurbanî. Herwiha 3 kesên din ên ji malbatekê jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyan, ew malbat piştî ku herêma Efrînê kete bin kontrola Tirkiyê û komên çekdar ji nahiyeya Mobata ya Efrînê neçarî koçberî navçeya Şêrawa bûbûn. Ebdulhemîd Ebdulhemîd herwiha diyar kir, ku Fatîme ya hevjîna Hesen Hec Izet karmenda Heyva Sor a Sûriyê bûye.

Ji bilî gundê Aqîbê, topxaneya artêşa Tirkiyê gundên Nerhenaz, Milkiyê, Şewarixe û herwiha balafirxaneya Minixê jî topbaran kirine.