Macron bo Tirkiyê: Hem êrîsa ser Rojava hem jî xwestina hevkariya NATOyê nabe

28 November 2019 18:12 0 dîtin
Macron bo Tirkiyê: Hem êrîsa ser Rojava hem jî xwestina hevkariya NATOyê nabe

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron car din bertek nîşan êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de nîşan da û li ser mijra ku Tirkiye ji NATOyê hevkariyê dixwaze got, “Tirkiyeya ku bi serê xwe operasyona Sûriyê encam dide, nabe hevkariya NATOyê bixwaze.”

Macron beriya niha jî helwesta Amerîka ya vekişîna ji Sûriyê û rêdana operasyona Tirkiyê rexne kiribû û ji bo NATOyê jî gotibû, êdî NATOyê mirina xwe ya mêjî ragihandiye.

Macron vê carê jî ji ber bendewariyên Tirkiyê ji NATOyê û êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê bibîr xistin û got ku nabe Tirkiye ji NATOyê daxwaza hevkariyê bike.