Êvarê êrîsa hewayî ya nû li ser Rojava: Daxuyaniya Tirkiyê!
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand, hedefên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên li herêmên Tel Rifat, Cizîre û Dêrikê ji hewayê ve hatin lêdan.
Di êrîşa bi roketan a do bi şev a li dijî baregeha Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ya li Rojava de 5 polîs û 3 leşker birîndar bûn.
Piştî êrîşê Wezareta Parastina Neteweyî diyar kir, di operasyona esmanî da 30 hedef hatin îmhakirin.
Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin, li herêmên Tel Rifat, Cezîre û Dêrikê operasyonên esmanî hatin kirin û 30 hedefên ku di nav wan da bîrên neftê û tesîsên embaran, şikeft, kozik, sitargeh û depo hene hatin bombebarankirin.
Hat ragihandin ku êrîşa hewayî di çarçoveya mafê xweparastinê de ku ji xala 51emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî derdikeve, hatiye kirin.
Hêzên Çekdar ên Tirk ji do ve bi taybet li herêmên Dêrik, Qamişlo û Cezîrê yên Rojava, li gelek bajarokan êrîşî baregehan dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin