Ji Asayîsa Rojava daxuyaniya êrîsa rejîmê ya li Qamislo: Kiryareke tirsonekî ye
PeyamaKurd – Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê derbarê êrîşa hêzên rejîma Sûriyê bi ser karkerên paqijiyê û hêzên asayîşa Qamişlo de daxuyanî da.
Hêzên Asayîşê sersaxî ji malbata karkarê şehîd bûye re xwest, rejîma Sûrî weke berpirsa vê bûyerê bi nav kir û kiryarên tirsonek ên endamên hêzên rejîma Sûrî şermezar kir.
Di daxuyaniya Hêzên Asayîşê ya li ser bûyera doh 4ê Nîsanê de hat gotin, “Dewriyek hevpar a hêza me bi makenîzmeya girêdayî Şaredariya Gel tevî hejmarek karkerên paqijiyê, her wiha erebeyek girêdayî warê tenduristiyê li bajarê Qamişlo bûn hedefa hêzên rejîma Sûrî. Di encama êrîşê de endamekî Asayîşê şehîd û yekî din birîndar bû.”
Hêzên Asayîşê sersaxî ji malbata şehîda re xwest, rejîma Sûrî weke berpirsa vê bûyerê bi nav kir û kiryarên tirsonek ên endamên hêzên rejîma Sûrî şermezar kir.
Asayîşa Rojava teqez kir ku mîna van êrîşan wê israr û vîna wan a ji bo pêkanîna ewlehiyê li herêmê neşkînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin