Ji Asayîsa Qamislo daxuyaniya êrîsa rejîmê: Em bêdeng namînin!..
PeyamaKurd - Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) li Qamişlo li ser êrîşa doh 21ê Nîsanê ya bi ser xaleke hêzên wan de daxuyanî da.
Asayîşa Qamişlo hikûmeta Sûriyê bi derxistina aloziyan li Rojavayê Kurdistanê tometbar kir û got, armanca rejîmê di meha pîroz a Remezanê de têkbirina ewlehiya herêmê û çêkirina tirsê di nav welatiyan de ye.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişlo de hat gotin, endamên Hêzên Berevaniya Niştimanî bi armanca belavkirina tevliheviyê, têkbirina ewlehiya herêmê û çandina nakokiyê di bajêr de, têkbirina qedexeya derketina derve, kiryarên tirsonek dike.
Asayîşa Qamişlo da xuyakirin, endamên Hêzên Berevaniya Niştimanî roja Sêşemê 21`ê Nîsanê nuqteyek leşkerî ya girêdayî hêza wan li taxa Helko ya li nêzî nuqteya wan armanc girtine û hewl dane herêmên dibin kontrola hêzên wan de destser bike û nuqte û bendên xwe li nêzî xeta tirênê ava bike.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Di çend rojên dawîn de gule li endamên me û nuqteyên me yên leşkerî berandin. Li ser wê hêzên me bersîva jêderên gulebaranê dan.”
Hêzên Ewlekariya Hundirîn got, em li hemberî her aliyekî ku hewl bide ewlehiya bajarên wan û selametiya welatiyên wan armanc bike, bêdeng namînin û wih pê de çû:
“Ji ber ku di demekê de ku hêzên me bi parastina bajar û welatiyên me ji şewba ku li cîhanê belav bûye, mijul e ev kirayên tirsonek têne kirin.”
Asayîşê herî dawî bal kişand ser banga Neteweyên Yekbûyî ya agirbestê û da zanîn ku ew li gorî wê tevdigerin, lê milîsên girêdayî rejîmê li gorî vê yekê tevnegerin, berejvajî wê hewl dide bi nêzîbûna meha Remezanê ya pîroz tirsê di nava şêniyan de çêbike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin