Ji Amerîka daxuyaniya êrîsa SÎHAya Tirkiyê ya ser Qamisloyê
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa Tirkiyê ya ser rêveberên Rojavayê Kurdistanê ya bi balafira bêmirov li Qamişloyê wekî êrîşeke metirsîdar û gefa li ser sivîlan bi nav kir û banga nehiştina aloziyan kir.
Wezareta Derve ya Amerîkayê îro Înê bi zarê berdevkekî xwe derbarê êrîşa 20ê Hezîranê ya dronên Tirkiyê li ser bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ku Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwîş, Cîgira wê Lemyan Şwêyş û ajokar can dabûn û Hevserokê Kantona Qamişlo Gabî Şamûn jî birîndar bûbû daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em bi berdewamî li dijî her kiryareke leşkerî ne ku rewşa Sûriyê aloz bike û îstiqrarê nehêle.”
Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir: “Ev zêdebûna aloziyê ya li Sûriyê û li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê xeter e û ewlehiya sivîlan dixe xeterê. Me hemû alî teşwîq kirin ku yekser aloziyan nehêlin.”
Li aliyê din îro 23yê Hezîranê jî Ajansa Anadol a fermî ya Tirkiyê ragihandiye ku li bajarê Qamişlo Endamê Konseya Rêveber a PKKê Abdurrahman Çadircî yê bi nasnavê "Esad Feraşîn" di êrîşeke dronên Tirk de hatiye kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin