Ji Amerîka daxuyaniya êrîsên Tirkiyê yên ser Basûrê Kurdistanê

06 September 2024 17:32 0 dîtin
Ji Amerîka daxuyaniya êrîsên Tirkiyê yên ser Basûrê Kurdistanê

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, li ser êrîşên artêşa Tirkiyê yên bi hinceta PKKê li Başûrê Kurdistanê têne kirin daxuyanî da.

Di daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê de hate gotin, “Divê sivîl bên parastin û rê nedin zirar bigihe wan.”

Li ser pirsa Rûdawê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê daye xuyakirin, “Em ê derbarê operasyonê derveyî sînor de, Tirkiye teşwîq bikin ku kordînasyonê ligel hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê bike.”

Herwiha bangewazî kir ku sivîl ji pevçûnan bên parastin û ziyan negihe wan.