Ji YPGê daxuyaniya êrîsa SÎHAya Tirkiyê

11 June 2023 09:50 0 dîtin
Ji YPGê daxuyaniya êrîsa SÎHAya Tirkiyê

PeyamaKurd - Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku roja 10ê Hezîranê di êrîşa droneke Tirkiyê de li navçeya Ehdasê 3 şervan wan can dane û 2 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya YPGê da xuyakirin ku li ser rêya Maratê û navçeya Ehdas a Şehbayê otomobîleke wan hatiye bombebarankirin û di encamê de, 3 şervanên YPGê can dane û 2 jî birîndar bûne.

YPGê got: “Îro piştî nîvro saet di 16 :45an de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirkiyê êrîşî hêza me kir. Di encamê de 3 şervanên me şehîd bûn û 2 din jî birîndar bûn.”

YPGê diyar kir ku ew dê li ser nasnameya şervanên qurbanî piştre daxuyaniyekê bidin.