Ji Tirkiyê daxuyaniya SÎHAya ku hêzên Amerîkî xistibû xwar

06 October 2023 17:51 0 dîtin
Ji Tirkiyê daxuyaniya SÎHAya ku hêzên Amerîkî xistibû xwar

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, li ser balafira bêmirov SÎHAya ku doh li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatibû xistin û Pentaganê jî piştrast kiribû daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, "Bûyera navborî bandor li îcrakirina operasyona didome û berterefkirina hedefên tesbîtkirî, nekiriye."

Wezaretê diyar kiriye ku ‘Piştî êrîşa terorê ya di 1ê Cotmehê de li Enqereyê hat kirin, Artêşa Tirkiyeyê û MÎTê li Iraq û Sûriyeyê dijî hedefên PKK/YPG ya rêxistina terorê operasyon dane destpêkirin.”

Hate ragihandin ku di encama êrîşên berdewam de, li bakurê Sûriyeyê di serî de Til Rifat, Cizîrê û Dêrikê gelek hedef hatine îmhakirin.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê li ser xistina drona Tirkiyê ragihandibû ku pir nêzî hêzên wan firiyaye û ji ber wê jî hatiye xistin.