Tirkiyê bi SÎHAyan êrîsî xalên HSDê û hêzên Samê kir
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro Yekşemê droneke Tirkiyê (SÎHA) xaleke kontrolê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê ku bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSd) ve û 3 xalên leşkerî yên hêzên rejîma Sûriyê li Minbicê kirin armanc.
SOHRê daye xuyakirin, balafireke bêmirov a bi çek a Tirkiyê xaleke kontrolê ya leşkerî ya girêdayî Encûmena Leşkerî ya Minbicê ya ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve li gundê Toxar ê girêdayî Minbicê bombebaran kir û herwiha 3 xalên leşkerî yên hêzên rêjîma Sûriyê jî li derdora gundê Toxar, bûn armanca droneke din a Tirkiyê.
Hate diyarkirin ku li gorî zanyariyên SOHRê birîndar di nava hêzên rêjîmê û HSDê de hene, lê hejmara wan nehatiye piştrastkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin