Rojava | Tirkiyê bi SÎHAyan xalên asayîsê li Heseke û Kobanîyê bombe kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkieyyê bi rêya dronên biçek (SÎHA) du xalên kontrolê yên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li Heseke û Kobaniyê kirin armanc.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, Tirkiyê bi rêya dronan êrîşî bajarokê Zerganî yê parêzgeha Hesekê kir û di encamê de sê endamên asayîşê birîndar bûn.
SOHRê di berdewamê de bi zarê çavkaniyên xwe diyar kir, droneke Tirkiyê jî xaleke leşkerî li gundekî başûrê Kobanî kiriye armanc ku derbarê ziyanan de agahî nehatin dayîn.
Hêjayî gotinê ye, Tirkiye ji şeva 19ê Mijdarê ve bi balafir, drone û topxaneyan êrîşeke berfireh li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin ku heta niha xelkê sivîl, şervanên HSDê û leşkerên Sûrî jî di nav de bi dehan kesan di wan êrîşan de can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin