Amerîka | Mebesta Xalên Çavdêriyê ewlekariya Rojava û metirsiyên Tirkiyê ye
PeyamaKurd - Fermandarê Amerîkî yê Berdevkê Operasyonê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Sean Ryan derbarê danîna xalên çavdêriyê li sînorê Rojavayê Kurdistanê de, bersiva pirsên rojnamevnan da.
Berdevk Sean Ryan bi rêya vîdyo konferansê ji peyamnêrên Pentagonê re ragihand, mebesta wan bi xalên çavdêriyê rêgiriya terorîstên DAIŞê ye daku ji ser herêma Firatê derbasî Tirkiyê nebin.
Ryan got, “Dê ev xalên çavdêriyê rewşê zelal bikin û dê bibin sedem ku Tirkiye ji çeteyên DAIŞê were parastin.”
Berdev Ryan li ser pirsa razîkirina Tirkiyê jî da zanîn ku wan Tirkiye di vê mijarê de agahdar kiriye û got, “Sedema danîna van xalên çavdêriyê dabînkirina ewlekariya Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) ye û metirsiyên ewlehî yên Tirkiyê jî li ber çav hatine girtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin