Amerîka li sînorê Rojavayê Kurdistanê çend 'Xalên Çavdêriyê' ava dike: Çima?
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis li Pentagonê bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser Sûriyê daxuyanî dan.
Mattis ragihand ku dê li Rojavayê Kurdistanê (Bakurê Sûriyê) li çend herêman xalên çavdêriyê yên kontrolê werin danîn.
James Mattis li ser metirsiyên Tirkiyê got, “Tirkiye şirîka NATOyê ye. Li Sûriyeya Esad metirsiyên wan ên meşrû derbarê gefên terorê de hene.”
'ARMANC PÊŞÎGIRTINA RÛBIRÛBÛNA HSD Û TIRKIYÊ YE'
Mattis da zanîn ku Serokê Sûriyê Beşar Esad bi piştevaniya Rûsya û Îranê komkujiyan li Sûriyê pêk tîne û welat parçe kirine.
Mattis got, “Armanca me ji danîna wan xalên çavdêriyê ew e ji bo rê li rûbirûbûna HSD û artêşa Tirkiyê were girtin.” û wiha axivî:
‘DEMA ME TIŞTEK DÎT EM Ê TIRKIYÊ AGAHDAR BIKIN’
“Gelek sedemên Tirkiyê hene ji ber hevsînorbûna Sûriyê bikeve metirsiyê. Neku em van metirsyan li ber çav nagirin. Em ê çend xalên çavdêriyê li Bakurê Sûriyê deynin. Ev niha guherînek e, em dê li seranserê sînor çend xalên çavdêriyê deynin. Çimkî li herêma ku em lê ne, dema me tiştek dît em dê Tirkiyê hişyar bikin. Em ê her cure gefên li ser Tirkiyê ku me dît bişopînin.”
‘LI HERÊMA FIRATÊ ŞEREKÎ ZEHMET HEYE’
Wezîrê amerîkî James Mattis, sedema danîna xalên çavdêrîyê jî wiha rave kir: “Plan li gorî ku şervanên li herêma Firat a navîn şer dikin, ji şer venekişin û bermayiyên xîlafetê (DAIŞ) tune bikin hatiye dîzaynkirin. Dema dijmin li qada biçûk tê asêkirin, qadên di destê xwe de bihêztir dike û wekî ku me çend meh berê dabû xuyakirin, li wir şerekê zehmet heye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin