Li Kerkûkê 5 kes ji heman malbatê hatin kustin
PeyamaKurd – Li gundê Karatepe yê girêdayî navçeya Yayçî ya Kerkûkê ji malbatekê 5 kes bi guleyan hatin kuştin.
Li gorî ragihandina Rêveberiya Polîsên Kerkûkê, kesên êrişkar ji cihê bûyerê reviyane, tîmên polîs jî xebatên xwe yên lêgerînê ji bo girtina gumanbaran berdewam dikin.
Polîsê Kerkûkê ragihand ku bûyer ji ber dijminatiya malbatan rû daye.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, navê 3 kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Abdullah Cîhad Eswad (jidayikbûn 1985), Hemed Abdullah Cîhad (jidayikbûn 2003) û Cuma Abdullah Musa (jidayikbûn 1987).
Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin