Amerîkayê 5 kompaniyên rûsî xiste lîsta res
PeyamaKurd – Amerîkayê bi sedema ku di veguhestina alavên leşkerî di navbera Koreya Bakur û Rûsyayê de cî girtine, dorpêç danî ser 5 kompaniyên rûsî û ew xistin nav lîsteya reş.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihandiye ku rêveberiya Washingtonê wê ji bo doerdorên ku hêsankariya veguhestina çekan bo Rûsyayê dikin her cûre tedbîran wergire.
Hate diyarkirin, bi hinceta ku di veguhestina alavên leşkerî bo Rûsyayê de cî girtine li ser 2 kes û 3 kompaniyên Rûsî dorpêç hatine sepandin.
Hêjayî gotinê ye, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, ji 14ê Îlona 2023yan ve li zêdetirî 100 kompanî û kesayetên di şerê Ukraynayê de, alîkarî dane Rûsyayê dorpêç sepandine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin