Amerîkayê Rêxistina ‘Sara ya Muxtar’ xiste lîsta terorê
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku wezaret Rêxistina Sara ya Muxtar ya navenda wê Bahreyne û Îran destekê didê, xistiye lîsta “Rêxistina terorê ya Kureyî”.
Pompeo di derbarê rêxistinê de ragihandinan kir û got ku bi sedema talûka wê ya tevgerî ya terorî li dijî siyaseta derve ya Amerîkayê û talûka wê bo ewlekariya netewî heye, wê xistine nav lîsteya terorê û weha dewam kir:
“Rêxistina Sara ya Muxtar ji artêşa Îranê desteka lojîstîk distîne, navenda wê Bahreyne û rêxistinekî terorêye. Sara ya Muxtar bi xwe wexta armanca xwe diyar dike, dibêje bi sedema Îran bêhtir bandorê li Bahreynê bike hedefa wê ew e ku hukumeta Bahreynê biroxînin. Grûb plan kiriye ku li Bahreynê li hemwelatiyên Amerîkayê bixe, bo kuştina rêvebirên Bahreynê xelat a pera daniye.”
Pompeo di dewama beyana xwe de got ku wê çavkaniyên grûba Şîa di hedefa Amerîkayê de bin, kesên bi grûbê re têkildar bin, dê malên wan yên li Amerîkayê bên desteserkrin û Amerîka qedexe kiriye ku ti kes an dezge bi rêxistinê re nekeve nava têkiliyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin