Artêsa Amerîkayê serkirdeyekî diyar ê rêxistina El-Qaîde kir armanc

28 June 2022 11:29 0 dîtin
Artêsa Amerîkayê serkirdeyekî diyar ê rêxistina El-Qaîde kir armanc

PeyamaKurd – Artêşa Amerîkayê îro Duşemê serkirdeyekî diyar ê rêxistina El-Qaîde li Idlibê kir armanc.

Li gor Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê bi daxuyaniyekê da zanîn, serkirdeyê di El-Qaîde de Ebû Hemze El-Yemenî bi tena xwe li ser motorsîklekê bû dema hatiye armanckirin û di êrîşê de ziyan negihîşt ti sivîlên din.

Di berdeewamiyê de diyar ki: “Armanckirina vî serkirdeyê navdar, wê karîna El-Qaîde ya pêkanîna êrîşan li dijî welatiyên Amerîkî, li dijî hevkarên me û li dijî sivîlên bêguneh li seranserê cîhanê asteng bike.”

Herwiha tora “CNN” li ser zarê karbidestekî haydar eşkere kir, Amerîka gelekî bawer e ku wê di êrîşa balafira bêbalafirevan de Ebû Hemze El-Yemanî kuştiye.