Artêsa Çînê: Me kestiya ser ya Amerîkayê ji Derya Basûrê Çînê derxist

11 May 2024 18:48 0 dîtin
Artêsa Çînê: Me kestiya ser ya Amerîkayê ji Derya Basûrê Çînê derxist

PeyamaKurd – Artêşa Gel ya Rizgariya Çînê (PLA) beşa fermandariya Seha Başûr ragihand ku keştiya şer ya Amerîkayê ya bi navê USS Halseyê, li Giravên Paracelê ji nêzde şopandine û keştiyê ji nav sînorên xwe yê deryayê dûr kirine. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku keştiya Amerîkayê desthilata Çînê ji dil jî îhlal kiriye. Di daxwuyaniyê de hat gotin:

“Ev rewş nîşana desthilata seyrûsefera li ser Derya Çînê ya Başûre û delîlê mîlîtariyê ye. Wê artêşa me di amadebaşiyê de be û asayîşa netewî biparêze.”

Çîn, Fîlîpîn, Vîetnam, Endonezya, Malezya û Brunei li ser Derya Çîna Başûr heq îdîa dikin.