Hêzên Deryavaniya Amerîkayê kestiya ji Îranê madeyên teqemeniyê ji Hûsiyan re dibir rawestand

23 January 2022 21:15 0 dîtin
Hêzên Deryavaniya Amerîkayê kestiya ji Îranê madeyên teqemeniyê ji Hûsiyan re dibir rawestand

PeyamaKurd – Hêzên Deryavaniya Amerîkayê, li ser xeta ku beriya niha bi qaçaxî çek ji Hûsiyên Yemenê re dihatin şandin, keştiyeke ji Îranê bi rê ketibû û 40 gubreyê teqemenî pê tê çêkirin,tê de hebû rawestand.

Li gorî daxuyaniya Fîloya 5emîna Behreynê ya Deryavaniya Amerîkayê keştiya USS Cole û USS Chinook ên dewriyeyê keştiyeke bê al ya li  ser xeta qaçaxçîtiya çekan bo Hûsiyên Îranî yên Yemenê rawestand.

Hat ragihandin ku di wêkeştiyê de bi qasî 40 ton gubreyê ku pê teqemenî tê çêkirin hat dîtin.