Îranê ji bo hêzên li Sûriyê gef li Amerîkayê xwar!

20 November 2023 20:17 0 dîtin
Îranê ji bo hêzên li Sûriyê gef li Amerîkayê xwar!

PeyamaKurd - Wezîrê derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahyan, li ser bersiva hêzên Amerîkayê yên Sûriyê bo êrîşên ser baregehên xwe ji aliyê milîsên di êrişên Amerîkayê yên li dijî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê de tiştek bi hêzên wan nehatiye.

Ebdulehyan ji rojnameyan Financial Times a Brîtanyayê reragihand ku eger artêşa Amerîkayê êrîşî hêzên Îranê yên li Sûriyeyê bike, ew ê bersiveke tund bidin.

Wezîrê Îranî got: “Li gorî agahiyên li ber dest, di êrîşên Amerîkayê yên li dijî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê de tiştek bi hêzên Îranê nehatiye. Bêguman, heke mîna vê bûyerê dubare bibin, dê bersiva Îranê tund be.”