Amerîkayê li Sûriyê droneke Îranê xist xwar

15 February 2023 20:30 0 dîtin
Amerîkayê li Sûriyê droneke Îranê xist xwar

PeyamaKurd - Fermandehiya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan droneke Îranê ku li baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li bakurê rojhilatê Sûriyê lêkolîn dikir, xistiye xwar.

Li ser hesbê fermî yê Twitterê yê CENCOMê hat eşkere kirin: “Roja 14ê Sibatê, li demjimêr 14:30ê piştî nîvro bi dema herêmî, hêzên Amerîkî li Sûriyê ketine nava tevgerê û droneke Îranî ku hewil dida li Cihê Piştgiriya Mission Conoco bingeheke dewriyeyê li bakurê rojhilatê Sûriyê keşfê bike xist xwar.”

Herwiha Îranê bersiv daye Amerîkayê xwestiye demildest ji Sûriyê derkeve û xistina dronê weke binpêkirina serwerî, serxwebûn û yekparçeyiya axa welatê ku şer lê rû daye bi nav kir.

Hêjayî gotinê ye, di Mijdara borî de, di êrîşeke asmanî de ku karwanên Îranê li ser sînorê Iraq-Sûriye li Dêrezorê hatibû armanc kirin, herî kêm 15 milîsên Îranê hatibûn kuştin.