Hêzên Amerîkayê kestiya mosekên Îranê barkirî bû binav kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên deryayî yên Artêşa Amerîkayê li avên nêzî Somaliyê keştiyeke alavên moşekan û serikên moşekên Îranê yên ji bo Hûsiyên Yemenê hatibûn şandin, desteser kir.
Li gorî nûçeya Washington Postê keştiya li Îranê hatibû barkirin û ber bi Somaliyê diçû, ji aliyê hêzên deryayê yên artêşa Amerîkayê ve hate vekolînkirin û tê de alavên moşekan û kumikên teqînê yên wan hatine peydakirin û 12 kesên di vê keştiyê de ku ti nasnameyeke wan nebû hatine binçavkirin û keştiya wan jî hatiye binavkirin.
Herwiha hatiye diyarkirin keştiya Îranê di navbera avên Somaliyê û kendava Edenê de ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatiye vekolîn kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin