Kestiya herî mezin a hêzên deryavaniya Îranê pistî sewatê binav bû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku keştiyeke hêzên deryavaniya Îranê ya bi navê Hark li Deryaya Umanê binav bû ku ew keştiya herî mezin a hêzên deryavaniya Îranê bû.
Li gor agahiyan dema keştî li Bendera Caskê ya li Hurmuzganê bû di keştiyê de şewat derketiye û xebatên rizgarkirinê bi qasî 20 saetan dewam kiriye ku dîsa jî xebat bi ser neketin û keştî noqî deryayê bû.
Artêşa Îranê ragihand ku hemû karmendên keştiyê hatine rizgarkirin, lê li ser sedema şewatê ti agahî nehatine dayîn.
Keştiya Hark 40 sal bû ji aliyê Hêzên Deryavaniya Îranê ve dihat bikaranîn ku tê gotin, ew keştiya herî mezin a barhilgir bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin