Kestiya avakirinê ya herî mezin di Îstenbolê de derbas bû

20 June 2018 19:07 0 dîtin
Kestiya avakirinê ya herî mezin di Îstenbolê de derbas bû

PeyamaKurd- Keştiya herî mezin ya avakirinê di Buhira Îstenbolê de derbas bû. Keştiya bi navê Pioneering Spiritê, di dema di buhira îstenbolê de derbas bû, Buhira Îstenbolê ji her dû aliyan de bo çûn û hatê hat rawestandin.

Ev keştî, avakirina xetta xaza TürkAkımê ya dê di kûrahiya behrê de, girtiye ser xwe û ev cara sêyeme ku di Buhira Îstenbolê de derbas dibe. Keştî, ber bi Behra Reş de diçe û asayîşa behrê bi alavên xwe, jê re rehbertiyê dike û hem wê ji der û dor diparêze.