Reuters: Hevdîtina Trump û Pûtîn dibe ku li Erebistana Siûdî yan jî li Îmaratê pêk were
PeyamaKurd – Çavkaniyên Rûsî yên ku ji Reutersê re axivîn, îhtîmala hevdîtina Trump û Pûtîn di vê qonaxê de li Tirkiyeya endamê NATOyê pêk were, red kirin.
Rûsya difikire ku li Erebîstana Siûdî yan jî li Îmaratê (Îmarat) di navbera Serokê DYAyê Donald Trûmp û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de hevdîtin pêk were.
Du jêderên Rûsî yên haydar li ser vê mijarê ji Reutersê re ragihandin ku karbidestên payebilind ên Rûsî serdana Erebistana Siûdî û Îmaratê kirin.
Karbidestên Rûsî çendîn caran red dikin ku pêwendî ji bo amadekirina pêwendiyek têlefonê di navbera Trump û Pûtîn de berî hevdîtinê çêbûne.
Erebistana Siûdî û Îmarat endamên Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ne ku biryara girtinê ji bo Pûtîn derxistin.
Di vê derbarê de yek ji wan çavkaniyan eşkere kir ku hin dîplomat û berpirsên îstixbarata Rûsî li dijî lidarxistina vê civînê li Erebistana Siûdî û Îmaratê ne, ji ber ku têkiliyên wan yên leşkerî û ewlekarî yên bi Amerîkayê re hene.
Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman û Serokê Îmaratê Muhammed Bin Zayed Al Nahyan di şerê li Ukraynayê de bêalîbûna xwe parastibûn û bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re bi rêkûpêk têkilî danîbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin