Erdogan: Ev destpêk e, em ê operasyona bejahî jî bikin
PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, li ser operasyona Pençe-Kiliç a li dijî herêmên Rojava, agahiyên nû dan. Erdogan da zanîn ku dê operasyon bi ya asîmanî sînorkîrî nemîne.
Recep Tayip Erdogan, îro bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku operasyona wan di 19ê Mijdarê de bi awayê asîmanî kiribû, dê dewam bike.
Erdogan bal kişand ser helwesta hêzên navneteweyî ya li ser mijarên lihevkirinê û bi berdewamî got,
“Operasyona ku me bi balafir, top û dronan dest pê kiriye, tenê destpêk e. Di demeke herî guncav de em ê ji bejahiyê jî êrîşî terorîstan bikin. Hêzên soz dabûn me ku dê li Sûriyeyê û ji herêmên ku di bin kontrola wan de ne, li dijî me gef çênebin; li ser sozên xwe neman. Di derbarê sînorên Sûriyeyê de em li gorî peymanên xwe tevgeriyane.
Dema ku kesên li hember me li gorî peymanan tevnegerin, mafê me heye ku em li çarereya serê xwe binihêrin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin