Tirkiyê pistî serdana Nêçîrvan Barzanî operasyona dijî PKKê bidawî kir
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê doh bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyona bi navê ‘Pençe Kaplan’ a ji 18ê Hezîranê ve li nav sînorên Herêma Kurdistanê li dijî PKKê pêk tîne hatiye temamkirin.
Ev daxuyaniya Tirkiyê piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat ku bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û berpirsên bilind ên Tirkiyê re rojek berê li Enqerê hevdîtin kiribûn.
Beriya serdana Tirkiyê jî Hikûmeta Kurdistanê dabû xuyakirin ku operasyona Tirkiyê ya dijî PKKê ziyanê digihîne Herêma Kurdistanê û xelkê sivîl.
Herwiha li gorî zanyariyên herêmê, di encama operasyona Tirkiyê de, PKKê piraniya hêzên xwe ji Heftanînê kişandine û derbasî herêmên Çiyayê Spî bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin