Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kir û bi Erdogan civiya

26 January 2023 19:34 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kir û bi Erdogan civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 26ê Çile serdana paytexta Tirkiye Enqerê kir û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê gihîştiye Enqerê û ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya û mijarên dualî hatine gotûbêjkirin..

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir: “Di civînê de pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî piştî destbikarkirina kabîneya nû ya Hikûmeta Federal a Iraqê, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê û gotûbêja çareserkirina kêşeyên navbera wan û derfetên alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê di warê enerjiyê de, hatin gotûbêjkirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Herdu aliyan tekezî li ser daxwaza dualî ya pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di hemû waran de kirin, bi taybetî jî di warê bazirganî û aborî û sûdwergirtina ji wan derfetên ku ji bo berfirehkirina alîkariya hevbeş a Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê di warê enerjiyê de hatiye holê ku dibe rola wê ya aktîv hebe di tijekirina wê valahî û pêwîstiya îro ya li cîhanê, bi taybetî li Ewropayê di warê enerjî û gaza sirûştî de dirust bûye.”

Li gorî daxuyaniyê girîngiya bihêzkirina alîkarî û hevahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê ji bo parastina asayîşa sînor, pêşhateyên herî dawî yên şerê dijî terorê û metirsiyên DAIŞê li Iraq û Sûriyê, rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên cihê girîngîdana hevbeş, di civînê de hatine axaftin.