Medya Tirkiyê serdana Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê çawa nirxand?

22 June 2019 10:24 0 dîtin
Medya Tirkiyê serdana Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê çawa nirxand?

PeyamaKurd - Neçîrvan Barzanî piştî ku weke Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin, yekem serdana xwe ya derveyî welat bo Tirkiyê pêk anî û bi Serokomarê Tirkiye Recep Tayip Erdogan re li Baregeha Dolmabahçeyê ya li Stenbolê civiya. Di hevdîtina Erdogan û Barzanî de ku demeke dirêj dewam kir, mijarêngirîng yên wekî ewlehiya herêmê, mijarên aborî û bazirganiyê hatin guftugokirin.

Îro (22.06.2019) rojnameyên Tirkiyê bi awayekî berfireh û di rûpelê sereke de cih dane serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê û hevdîtina wî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re.

TURKIYE: Serokomar (ê Tirkiyê) Erdogan pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

AKŞAM: Bi Barzanî re lûtkeya ewlehiya sînorî. Hevdîtina ku li Baregeha Dolmabahçeyê hat kirin ji çapemeniyê re girtî bû. Di hevdîtinê de tevî ewlehiya sînorî, mijarên aborî û bazirganiyê hatin guftugokirin.

KARAR: Nêçîrvan Barzaniyê ku du hefte berê wekî Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin ji aliyê Serokomarê Tirkiyê ve hat qebûlkirin.

SOZCU: Hevdîtin bi Barzanî re: Erdogan duh li Baregeha Dolmabahçeyê saetekê û nîvê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinek pêk anî.

CUMHURIYET: Ji Erdogan niha jî hamleya (Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan) Barzanî.

YENI BIRLIK: Serokmor Erdogan pêşwazî li (Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan) Barzanî kir.

Herweha hêjayî gotinê ye ku ajans û malperên elektronîkî yên nûçeyan ku li Tirkiyê weşanê dikin jî bi awayekî fireh cih danê vê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvam Barzanî bo Tirkiyê.