Sandeke bazirganî ji Tirkiyê serdana Nêçîrvan Barzanî kir

26 November 2018 22:48 0 dîtin
Sandeke bazirganî ji Tirkiyê serdana Nêçîrvan Barzanî kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandeke bazirganên ji Tirkiyê qebûl kir. Şanda mêvan diyar kir ku welatê wan dixwaze pêwendiyên xwe yên bazirganî ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bike.

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind ji Odeya Bazirganî ya Amed, Mêrdîn, Urfa, Wan, Batman, Şirnez û Cizîrê kir.

Di hevdîtinê de ku konsulê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê jî amade bû, şanda mêvan kêfxweşiya xwe nîşan da bi serdana Herêma Kurdistanê û spasiya Hikûmeta Kurdistanê kir li ser pêwendiyên abûrî û bazirganî yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de, herwiha şanda mêvan tekez kir ku ew dixwazin ew pêwendî bihêztir bibin.

Şanda Tirkiyê ragihand ku piştî bidawîhatina şerê DAIŞê û kirîza darayî ya Kurdistanê dê niha dûbare pêwendiyên bazirganî yên di navbera welatê wan û Herêma Kurdistanê de bihêztie bibin. Herwiha wê şandê pêşniyar kir ku navendeke bazirganî mayinde li Herêma Kurdistanê vekin.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya hikûmet û xelkê Tirkiyê kir li ser piştevaniya wan ji bo Herêma Kurdistanê di demên dijwar de û piştgiriya xwe nîşan da ji bo berfirehkirina pêwendiyên bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de û hêvî xwest di hemû waran de ew pêwendî bihêztir bibin.