Kongreya HDPê: Pervîn Buldan û Mithat Sancar car din wek hevserok hatin hilbijartin

03 July 2022 18:33 0 dîtin
Kongreya HDPê: Pervîn Buldan û Mithat Sancar car din wek hevserok hatin hilbijartin

PeyamaKurd - 5emîn Kongreya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro 3yê Tîrmehê roja Yekşemê li paytexta Tirkiye Enqereyê bi diruşma çareserî em in, serkeftin ya me ye” birêve diçe. Di kongreyê, piştî hilbijartina lijneyên partiyê hilbijartina hevserokan hat kirin û careke din Pervîn Buldan û Mithat Sancar weke Hevserokên Giştî yên HDPê hatin hilbijartin.

Beriya niha jî HDPê ragihandibû, nêrîna serdest di nava partiyê de hevserok neyên guhertin e û li ser erkê xwe bimînin.

Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mithat Sancar di destpêka kongreyê de gotarên xwe pêşkeş kirin. Mîthat Sancar li ser nîqaşên opozîsyona Tirkiyê yên derbarê namzedê hilbijartina serokomariyê de got, ew ne li dijî fikra namzedê hevpar in.

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan di axaftina xwe de got, “Me li ber kesî xwe neçemandiye. Me sozê didin ku me heta niha serê xwe li ber kesî netewandiye û ji vir pê ve jî natewînin. Îradeya gelê Kurd a ku di siyaseta demokratîk de û têkoşîna mezin a demokrasiyê ya bi hêzên demokratîk ên Tirkiyê re mil bi mil tê meşandin de, bê guman wê di pêşeroja hevpar a vî welatî de jî bibe diyarker. Dîrok bi me re ye!”

Buldan: Cihê çareseriya Pirsa Kurd parlamento ye

Pervîn Buldan wek cihê çareserkirina pirsa Kurd parlamento nîşan da û wiha axivî: “Hûn nikarin bi polîtîkayên şer rastiya Pirsa Kurd û destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakin. Îradeya gelê Kurd a ku di siyaseta demokratîk de û têkoşîna mezin a demokrasiyê ya bi hêzên demokratîk ên Tirkiyê re mil bi mil tê meşandin, wê di pêşeroja vî welatî de jî bibe diyarker. Dîrok bi me re ye. Pêngavên çareseriyê welatîbûna wekhev, perwerdehiya bi zimanê dayikê, demokrasiya xurt û ji holê rakirina zirara darizandinê ye. Çareserî parlamento ye. Çareserî em in, çareserî gelê me ye.”

Sancar: Li pey xeyalên vala ne

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar jî di axaftina xwe de got: “Hêza ramana me ji pabendbûna wê ya bi rastiyê re û awayê ku ew li ser bingeha rastiyê dimeşe tê. Yek ji wan rastiyan jî Pirsa Kurd e. Pirsa Kurd rastiyeke ku xwedî dîrokeke sed salî ye û bi nakokiyeke nêzî çil salan ve girêdayî ye û bi awayekî rasterast yan nerasterast bingeha gelek pirsgirêkan e bi taybetî jî ya demokrasiyê ye.

Paşguhkirina vê tevlîheviyê tê wateya hewldana ji hev cudakirina çareserî û aştiyê. Ev tê wateya paşguhkirina rastiyê. Ez dixwazim teqez bikim ku rêbaza çareseriyê ne şer-pevçûn-tundûtijî ye. Çareserî û aştî tenê bi diyalog, muzakere û siyaseta demokratîk pêkan e.”

Mîthat Sancar diyar kir, “Ji bo çareseriya Pirsa Kurd bi rêyên demokratîk, pêvajoyeke aştiyê ya ku parlamento di navendê de be û hemû partî û beşên civakê bi taybetî jî HDP pêşengiyê bike pêwîst e.”

Sancar li ser hilbijartina serokkomariyêa Tirkiyê jî got: "Heger bi me re li ber raya giştî hevdîtin were kirin li gorî prensîban em ne dûrî namzedê hevpar in."

Mîthat Sancar herwiha bal kişand ser rola Ocalan jî û got: “Ji bo raya giştî bizane Abdullah Ocalan çi difikire, hemû derfetan bidin. Dawiyê li tecrîda li ser Ocalan bînin.”