Pervîn Buldan: Bêyî HDPê, li Tirkiyeyê siyaset ne pêkan e
PeyamaKurd- Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, li sert hilbijartinên ku dê sala bê li Tirkiye û bajarên bakur were kirin, peyamên siyasî arasteyî siyasetmedarên Tirkiyeyê kir. Buldan got ku siyaseta bêyî HDPê ne pêkan e û rola HDPê jî di vê hilbijartinê de girîng e.
Pervîn Buldan, di kongreya rêxistina HDPê ya Denizliyê ya ku îro hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku rola partiya wan a di hilbijartinên Serokomariyê de girîng e û li ser vê girîngiyê bal kişand ser rola HDPê ya di siyaseta Tirkiyeyê de û got,
“Ev rastiyek e ku êdî em ketine proseya hilbijartinan. Ev hilbijartin dê qedera Tirkiyeyê biguherîne. Hem hilbijartina Serokomariyê hem jî ya parlamentoyê. Di herdu hilbijartinan de jî rol û hebûna HDPê gelek girîng e. Dibe niha kes nexwaze ligel HDPê bê dîtin lê em dizanin ku dê demek were, ew ê li deriyê me bidin.
Me deriyê xwe ji tu kesî re negirtiye. Bi taybetî jî ji bo hilbijartina Serokomariyê. Em amade ne ligel berbijêrekî ku rêgez û hebûna HDPê qebûl bike û van li ber çavan bigire, bi rêya diyalogê mijarê gotûbêj bikin. Lê heger ev neyê kirin, HDP dê bi berbijêrê xwe beşdarî hilbijartinan bibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin