Pervîn Buldan li Wanê dengê xwe da: Bila çavên me li ser sindoqan be!

14 May 2023 10:22 0 dîtin
Pervîn Buldan li Wanê dengê xwe da: Bila çavên me li ser sindoqan be!

PeyamaKurd - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Puldan ligel Serokê Partiya Komûnîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyûrek, dengê xwe li dibistana Cumhuriyet ya bajarê Wanê da.

Hevseroka HDPê piştî dengdanê ji rojnamevanan re axivî û bang li hemû welatiyên Tirkiyê kir ku biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin û got: “Bila çavê me hemûyan li ser sindoqan be, da ku guherînê bîne.”

Pervîn Buldan diyar kir: “Neheqiyên gelekî mezin li vî welatî hatine kirin, êdî em li hêviya guherînê ne. Hemû gelê Tirkiyê jî li hêviya guherînê ye. Hêviya 82 milyon welatiyên Tirkiyê ji vê hilbijartinê heye. Me jî îro li Wanê dengê xwe ji bo aştî û demokrasiyê da.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, HDPê ji ber îhtimala girtinê, bi navê Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinan dibe û di hilbijartinên serokomariyê de jî piştevaniya Kemal Kiliçdaroglu dike.