Pervîn Buldan: Ji seva borî ve dengên me gihîstin ji sedî 20an
PeyamaKurd - Rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro 18ê Adarê li ser mijara hilweşandina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu û doza girtina HDPê li navenda giştî ya partiyê civîneke awarte pêk anî.
Piştî civînê Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar civîneke rojnamevanî li dar xistin.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, bang li “hêzên demokrasiyê” kir û got, “Tişta îro li me tê kirin, sibe dê li we jî bê kirin û got: “Rêjeya dengên me ji %11,5-12 bû, lê ji şeva borî ve rêjeya dengên me gihîştiye ji sedî %20an.”
Hevseroka HDPê da xuyakirin, “Ne tenê birêz Ocalan, lê hewl didin ku hemû Tirkiyê têxin jêr tecrîdê. Doza girtinê ya li dijî partiya me jî bi vê mebestê ye. Tecrîd tawanek mirovahiyê ye. Ew çi bikin jî em dê li ser rêya xwe berdewam bin ku baweriya me pê heye.”
Hevseroka HDPê herwiha bang li xelkê jî kir, hemû bi hev re di ahengên Newrozê de cihê xwe bigirin.
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar jî got, “Proseya derbeyê di ser partiya me re ji bo jinavbirina demokrasiyê berdewam dike.. Operasyona derbeya siyasî gihîştiye qonaxa bicihkirina faşîzmê.”
Mîthat Sancar guvaşên li ser HDPê bibîr xistin û got, “Zextên li ser HDPê nîşan dide ka (desthilat) kê li ber xwe wek astengî dibîne. HDP bi rijdbûna xwe ya li ser siyaseta demokratîk asteng e li pêşiya wê yekê ku ev desthilat bigihîje armancên xwe.”
Mîthat Sancar diyar kir, “Berî niha di dema operasyona derbeyê de hevalên me hatin girtin. Ji wê rojê ve hejmareke zêde ya şaredarên me ji kar hatin dûrxistin. Gelek hevkarên me hatin zindanîkirin. Lê HDP ne take kes, lê gel e. Eger bidawîkirina gelan pêkan bûya, niha hemû dîktatorî dijiyan. Lê dema we li dîrokê mêze kir hûn dê bibînin ku ti dîktatoriyekê temenê bo xwe danîbû, nejiyaye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin