"Hêzên Îsraîlê seva borî derbasî Serîda Gazzeyê bûn"
PeyamaKurd – Bi armanca pêkanîna êrîşeke bejahî li ser Hamasê, hêzên Îsraîlê şeva borî derbasî Şerîda Gazzeyê bûn.
Radyoya Artêşa Îsraîlê diyar kir, ev êrîşa bejayî ya hêzên Îsraîlî li ser Hamasê, ya herî mezin bû ji destpêkirina operasyona “Şûrên Hesinî” ji berî nêzîkî du hefteyan ve.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê da zanîn: “Di çarçoveya amadekirina şert û mercên ji bo amadekariya qonaxên paşerojê yên şer de, hêzên artêşê bi serkêşiya Lîwaya Givatî şeva borî bi tankan derbasî bakurê Gazzeyê bû.”
Herwiha eşkere kir, “Di çarçoveya vê operasyonê de, hêzên Îsraîlê gelek kesên têkder kirin armanc, binesaziya terorîstan û cihên avêtina moşekan wêran kirin. Herwiha Piştî erkê xwe bidawî kirin, ji herêmê derketin.”
Roja 7ê Cotmehê, çekdarên Hamasê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin Israîlê û têla sinorî ya di navbera Şerîda Gazzeyê û komelgeha Cihûyan de birîn, hejmarek ji Îsraîliyan kuştin û hejmarek jî wek dîl revandin.
Wekî bersiv ji êrîşa Hamasê re, artêşa Israîlê jî operasyona “Şûrên Hesinî” ragihand. Di encamê de, heta niha zêdetirî 3500 kesan li Şerîda Gazzeyê hatine kuştin û hejmara birîndaran jî ji 10 hezar kesan derbaz bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin