Talîban seva borî derbasî Balafirxaneya Kabûlê bû

31 August 2021 10:29 0 dîtin
Talîban seva borî derbasî Balafirxaneya Kabûlê bû

PeyamaKurd – Tevgera Talîbanê piştî 20 salan bi vekişîna Amerîka re, şeva borî derbasî Balafirxaneya Kabûlê bûn.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) diyar kir, erkê leşkerî yê hêzên wan ê 20 salan li Afganistanê bi dawî bû û dawî leşkerê wan ji wî welatî vekişiya.

Pentagonê destnîşan kir, wan zêdetir ji 123 hezar welatiyên sivîl bi balafirên xwe ji Kabûlê derxistin.

Piştî belavbûna vê nûçeyê, şeva borî çekdar û alîgirên Talîbanê derbasî nava balafirxaneya Kabûlê bûn.

Ji aliyekî din ve û li gor daxuyaniyeke Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken, hîn zêdetir ji 100 Amerîkiyan li nava Afganistanê mane û beşek ji wan niyaza wan a derketina ji wî welatî nîne.

Blinken diyar kir: “Erkê me yê leşkerî li Afganistanê bi dawî bû. Serdemeke nû ya pêwendiyên Washington û Kabûlê dê destpê bike.”

Ji aliyekî din ve, Berdevkê Talîbanê Zebîhulla Mucahid destnîşan kir, bi derketina dawî leşkerê Amerîka re, Afganistan serxwebûna xwe bi dest xist. Herwiha eşkere kir: “Em dixwazin pêwendiyên baş bi Amerîka re deynin.”