Duhok | Ziyanên lehiya seva borî hatin eskere kirin
PeyamaKurd - Rêveberiya Berevaniya Şaristaniya Parêzgeha Duhokê eşkere kir, ji ber pêla barîna barana zêde ziyan gihîştiye 12 malbatan û 11 otomobîl di nav avê de asê mane.
Berdevkê Rêveberiya Berevaniya Şaristaniya Parêzgeha Duhokê Bêwar Ebdulezîz li ser lehiya şeva borî da xuyakirin, li gelek tax û kolanên bajêr lehî rabûye û li pênc cihan tîmên berevaniya şaristaniyê xelk ji metirsiyê dûr xistine, jiyan û malên wan parastine.
Hat diyarkirin ku ji ber lehiyê av ketiye nav mal û xaniyên 12 malbatan û ziyan gihîştiye wan, lê ti ziyanekî canî çênebûye.
Dîsa ji ber wê barîna barana zêde û lehiyê 11 otomobîlên hemwelatiyan di nav avê de asê mane û heta îro sibeha îro xebatên bo rizgarkirina mal û canê welatiyên bandora lehiyê li ser wan bûye dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin