352 mexdûrên lehiya Duhokê hatin qerebûkirin

24 March 2024 13:52 0 dîtin
352 mexdûrên lehiya Duhokê hatin qerebûkirin

PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter ragihand, pêvajoya qerebûkirina ziyanpêketiyên lehiya hefteya borî ya li Duhokê rû dabû berdewam e û heta niha 352 xwedî xanî hatine qerebûkirin.

Elî Teter îro Yekşemê di civîneke rojnamevanî de ragihand, heta niha wan kariye 352 xwediyên xaniyan qerebû bikin û ew plan dikin ku beriya cejnê hemû ziyanpêketiyan qerebû bikin.

Elî Teter got, Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman dane ku di zûtirîn demê de hemû ziyanpêketiyên lehiyê bên qerebûkirin û çi pêwîst be, ji wan re bê kirin.

Parêzgarê Duhokê diyar kir, “Hêzên Pêşmerge, karmend, xwendekar, mamostayên zanîngeh, peymangeh û dibistanan û hemû beşên bajêr beşdarî kampanya paqijkirina Duhokê bûne û em spasiya xelkê dikin.”

Hêjayî gotinê ye,  19ê Adarê pêleke baranê ya dijwar bi ser parêzgehên Herêma Kurdistanê ve hat ku bandora wê zêdetir li ser parêzgeha Duhokê bû. Çend taxên bajar ketin ber lehiyê û gelek mal, dukan û otomobîl da ber xwe û gellek rê da girtin.

Piştî lehiyê li ser fermana Serok Barzanî, di qonaxa yekem de û di merasîmekê de; kilîtên 117 xanî ji bo 117 malbatên xaniyên wan ji ber lehiyê ziyaneke mezin dîtine hatin dayîn. Ev pêvajo berdewam dike û biryar e berî meha Remezanê bidawî bibe û qonax bi qonax hemû ziyanpêketiyên lehiya Duhokê bêne qerebûkirin.