Serok Barzanî fermana qerebûya mexdûrên lehiya Duhokê da
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji bo mexdûrên lehiya ku li parêzgeha Duhokê pêk hat û bi sedan mal û dukan di bin avê de man mizgînekê ragihand.
Bi fermana Serok Barzanî wê ji mexdûran re 117 xanî bêne terxankirin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê ofîsa çapemeniyê ya Serok Barzanî ve hatiye dayîn; piştî karesata lehiyê ya ku du roj berê li Duhokê pêk hat, Serok Mesûd Barzanî biryar da ku qerebûya 117 xaniyan bide mexdûrên lehiyê.
Di 19ê Adarê de ji ber barana zêde li gelek bajarên Herêma Kurdistanê bi taybet jî li Duhokê lehiyeke mezin rabû.
Di hehiya li Dihokê de bi sedan mal, dukan û kargehan ziyan dîtibûn, gelek otomobêl têk çûnbûn û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin